Makron û Ebadî ser telefonê bi hev ra axivîn
Serokoamrê Frasnayê li hevpeyivîna bi riya telefonê digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê azadkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê li dewletû gelê vî welatî pîroz kir.
Li gorî rapora Mehr News`ê, nivîsgeha Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê, êvara Duşemê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Emmanuel Makron her wiha li ser sozdariya hertimî ya Fransayê li warê piştgiriya ji Iraqê li têkoşîna li hemberî terorîsmê pêgirî kir û xwest ku peywendiyên du welatan bên berfirekirin``.
Heyder Ebadî roja Duşemê, 10`ê Tîrmeha 2017`an azadkirina tam a Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê ragiahnd.
Koma terorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an da bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û navçeyî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistan û Tirkiyê, bi êrîşa li ser Iraqê beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagior kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wêdemê û bi vir da artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên seferberiya gelanî yên vî welatî nasyar bi Heşdê Şeibî û alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê gellekj ji van navçeyan ji wan bajarê Mûsilê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kiriye û karê DAIŞ`ê hema bêje bi dawî bûye.