Peydakirina çend ton madên kîmyawî yên DAIŞê li rojava Mûsilê
Serokê polîsê federal ê Iraqê raghand: Hêzên polîs ên vî welatî, 10 ton madên kîmyawî , Nîtrat Amonyak, Fosfat û Kolor peyda kirin ku DAIŞê ev madeyên kîmyawî li mûşek û bombeyan û madên teqînê jibo êrişa ser xelkê sivîl û girtina pêşiya pêşdeçûna hêzên iraqî li rojava Mûsilê bikar dianîn.
Li gorî rapora roja duşemê ya ISNAyê,, Şakir Cewdet serokê polîsê federal ê Iraqê herwiha got: Ev bîlançoya herwiha girtina 47 terorîstan li rojava Mûsilê û dîtina184 kemberên teqandinê û 4 cihên bombebarkirî û pênc bermîlên madên teqînê digre ber xwe.
Şakir Cewdet diyar kir: Hêzên polîsê federal ê Iraqê 2000 hawan û pênc hawanavêj û 70 mûşekavêjên li dijî tankan û 125 mûşekên kontroldar û 10 mekîneyê peywendiyan ên DAIŞê jî li rojava Mûsilê dîtin.
Serokê polîsê federl ê Iraqê tekez kir, li gorî amarên hanê, hêzên iraqî karîn ji 7 Tîrmehê heya 6 Tebaxa îsal, li hezar û 614 malan bigerin û 20 mal û sê trimbêlên bombekirî pûç bikin.
Hêzên iraqî piştî azadkirina tam a Mûsilê ji bin lepên DAIŞê li 10 Tîrmeha 2017an mijûlî paqijkirina beşa kevn a vî bajarî ji endamên terorîstî û amêrên cengê ne.