Amadebûna Wezareta berevaniya Iraqê bona destpêkirina operasiyona azadkirina Teleferê
Wezareta berevaniya Iraqê ji amadebûna artêşa vî welatî bona destpêkirina operasiyona dijî terorîstên DAIŞ`ê li Teleferê li parêzgeha Nêynewayê xeber da.
Li gor rapora telivîzyona El-Erebiye; Wezareta berevaniya Iraqê ragihand ku amadekarî bona destpêkirina operasiyona dijî terorîstên DAIŞ`ê li Teleferê hatine kirin û hêzên gelanî jî dê palpiştê hêzên artêşa Iraqê bin û leşkerê 9-an a Iraqê ku li Mûsilê musteqer bûn karûbarên ewlehiya Mûsilê ispêrin destê polîsê federal û ber bi Teleferê birê ketine.
Ji aliyê dinve hatiye ragihandin ku hêza hewayî ya artêşa Iraqê jî bona lawazkirina terorîstên DAIŞ`ê, êrişên xwe yên ser terorîstan li Teleferê destpê kirine.
Herwisa hêzên gelanî yên Iraqê jî ji aliyê rojhilata Teleferê êrişên xwe yên ser terorîstên DAIŞ`ê li vî bajarî destpê kirine.
Li navça Şerqatê li başûra Mûsilê jî firokên şerî yên artêşa Iraqê pêgehên terorîstan bombebaran kirine.