Amadebûna 60 welatan bona pişkdariya li pirosa jinûve avedankirina navçên azadbûyî yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268520-amadebûna_60_welatan_bona_pişkdariya_li_pirosa_jinûve_avedankirina_navçên_azadbûyî_yên_iraqê
Endamekî komîteya birêveberiya sandiqa jinûve avedankirina navçên kavilbûyî yên Iraqê got: Heta niha 60 welatên cîhanê amadebûna xwe bona pişkdariya li prosa navçên azadbûyî yên Iraqê ji destê terorîstan ragihandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2017 03:59 Asia/Tehran
  • Amadebûna 60 welatan bona pişkdariya li pirosa jinûve avedankirina navçên azadbûyî yên Iraqê

Endamekî komîteya birêveberiya sandiqa jinûve avedankirina navçên kavilbûyî yên Iraqê got: Heta niha 60 welatên cîhanê amadebûna xwe bona pişkdariya li prosa navçên azadbûyî yên Iraqê ji destê terorîstan ragihandine.

Semed Necîb endamekî komîteya  birêveberiya sandiqa jinûve avedankirina navçên kavilbûyî yên Iraqê li gotûbêja xwe ya duh yekşemê tev ajansa nûçan a IRNA`yê destnîşan kir: Li meha Tebaxê konferansa welatên ku amade ne alîkariyê bona avedankirina navçên azadbûyî yên Iraqê ji destê terorîstan bidin, li Kuwêyîtê birê dikeve û bi zûtî jî komîteyek pêk tê bona ku lêkolînê bike kanê çiqas xisaret li Mûsilê ketiye û seredana vî bajarî dike û paşê netîca vê lêkolînê dê ragehîne.

Semed Necîb bêyî îşarekirina bi navê 60 welatên ku amade ne alîkariya Iraqê bikin got: Sandiqa navnetewî ya dirêv jî dê 350 milyon dolar bona jinûve avedankirina Iraqê bide Bexdayê pê qazancekî gelek kêm ku Iraq jî pêwîste li mudeha 15 salan vî diravî bizivirîne vî sandiqî.

Ji ber êrişa terorîstan ser axa Iraqê ji sala 2014 heta niha xisaretên zav li jêravahiyên vî welatî ketine û dewleta Iraqê jî ragihandiye DAIŞ`ê 100 milyard dolar xisaret li vî welatî xistiye.