Daxwaza jibo azadiya Hewîca Iraqê ji lepên DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268482-daxwaza_jibo_azadiya_hewîca_iraqê_ji_lepên_daiŞ_ê
Konseya Erebî li parêzgeha Kerkûkê ji Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, xwest ku bila fermana azadkirina Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê beriya Til Eferê bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2017 12:03 Asia/Tehran
  • Daxwaza jibo azadiya  Hewîca Iraqê ji lepên  DAIŞ`ê

Konseya Erebî li parêzgeha Kerkûkê ji Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, xwest ku bila fermana azadkirina Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê beriya Til Eferê bide.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Îsmaîl El-Hedîdî alîkarê serokê Konseya Erebî li parêzgeha  Kerkûka Iraqê bal kişand ser muzakirên  aliyên erebî, tirkmanî û kurdistanî jibo hevhatina li bara  hilbijartinên  konseya  parêzgeha Kerkûkê û got: ``Erebên vê parêzgehê ji serokwezîr û fermandehiya hêzên  hevar ên vî welatî daxwaza azadkirina tam a Hewîcê û navçên  başûr û rojava  Kerkûkê dikin``.

 Mêysem Elî Huseyn El-Hemdanî yek ji şêxên ereb ên  parêzgeha Kerkûkê jî roja yekşemiyê li gotûbêja bi Sûmiriye News`ê re  dewama  hizûra koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Hewîcê weke gefekê jibo parêzgehên  bakurî ji wan Selahedîn, Diyalê, Neynewa û rojava  Kerkûkê da zanîn û ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwest ku  beriya operasyona azadkirina  Til Eferê dest bi operasyoneke  hevpar tev eşîrên  ereb ên  parzêgeha  Kerkûkê jibo azadkirina  bajarê Hewîcê bikin.