Ewlehî li Mûsila Iraqê cih bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268478-ewlehî_li_mûsila_iraqê_cih_bûye
Li pey paqijkirna tam a bajarê Mûsila Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê niha 15 hezar polîs berpirsê dabînkirina ewlehiyê li vî bajarê qeyrandîtî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2017 11:58 Asia/Tehran
  • Ewlehî li Mûsila Iraqê cih bûye

Li pey paqijkirna tam a bajarê Mûsila Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê niha 15 hezar polîs berpirsê dabînkirina ewlehiyê li vî bajarê qeyrandîtî ne.

Serheng Mazen Evdilla berdevkê fermandetiya polîsê Mûsilê roja Yekşemiyê li hevpeyivîna digel IRNA`yê bal kişande ser hewildana dewleta Iraqê ji bo pêkanîna ewlehiyê li vî bajarî û got: ``Rewşa ewlehiyê ya Mûsilê bi awayekî berbiçav baştir bûye; Welatî diakrin şevê li nav kolanan bigerin û gel jî mijûlî paqijkirina wêraniyên şêrr ji kûçe û kolanên bajêr in``.

Vî rayedarê iraqî got: ``Hêzên ewlehiyê şev û ropkê li dû sûcdar û kirêgirtiyên DAIŞ`ê ne û tawanbaran digirin da ku biakrin pêşî li karên dijî ewlehiyê bigirin û her kesê ku li gorî belge û şehediyan têkilliya wî digel DAIŞ`ê hebe, yê were girtin û raberî dadgehê bê kirin``.

Li vî halî polîsê Iraqê qala keşfkirina kargeheke çêkirin û berhemanîna çekên kîmyayî û mûşekên Gradê li taxa qedîmî ya Mûsilê kir ku wer xûya dike ya DAIŞ`ê ye.

Hêzên iraqî piştî azadkirina Mûsilê di Tîrmeha 2017`an ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê niha mijûlî paqijkirina beşa kevn a vî bajarî ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ne.