Berdevkê Heşda Şeibî: ``Em dê dewamê bidin xebata xwe``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268432-berdevkê_heşda_Şeibî_em_dê_dewamê_bidin_xebata_xwe
Berdevkê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê her cure îdia li bara hilweşandina vê hêzê ret kir û ragihand ku gotinên wiha neqanûnî ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2017 06:51 Asia/Tehran
  • Berdevkê Heşda Şeibî: ``Em dê dewamê bidin xebata xwe``

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê her cure îdia li bara hilweşandina vê hêzê ret kir û ragihand ku gotinên wiha neqanûnî ne.

Li gor rapora ajansa El-Neşreh: ``Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê bal kişande ser gotinên zelal ên Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li ser piştevaniya ji Heşda Şeibî û piştevaniya ji dewama xebata hêzên gelanî li nav Iraqê wekî pişkek sereke ji hêzên ewlehiya vî welatî û got: ``Merceyên dînî li Iraqê bawerî bi Heşda Şeibî hene û hêzên gelanî li Iraqê di bin çavdêriya dewleta Bexdayê dê dewamê bidin xebatên xwe``.

Ehmed El-Esedî destnîşan kir: ``Piştî pesendkirina qanûna ku li bara Heşda Şeibî , bo parlemana Iraqê hatiye şandin, rola hêzên gelanî li Iraqê zelaltir bûye``.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh şemiyê li civîna Fitwaya Cîhadê û serketinê ku li Bexdayê birê ket destnîşan kir: ``Hêzên gelanî yên Iraqê xebata xwe di bin çavdêriya dewletê û merceyên dînî li Necefa Eşref didomîne û nayê hilweşandin``.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana 2014`an da ji aliyê DAIŞ`ê û hewildana vê koma têrorîst ji bo dagirkirina deverên din ên Iraqê, ayetullah Sîstanî bi dayîna fitwayekê, şerrê dijî têrorîstan wek Wacibeke Kefayî da zanîn û ji hemî welatiyên iraqî xwest ku çekan rakin û herin şerrê têrorîstan û bi vê qirarê hêzên Heşda Şeibî li Iraqê pêk hat.