Ebadî sipasiya piştgiriyên Îranê li şerê li dijî terorîzmê kir
Serokwezîrê Iraqê li peywendiya telefonî tev serokê meclisa Îslamî ya Îranê, cardin ji piştgiriyên Îranê ji Iraqê li şerê li dijî terorîzmê spasî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, medyayê Iraqê îro ji zarê daxuyaniya serokwezîrê vî welatî raghand: Heyder Ebadî li peywendiya telefonî tev Elî Larîcanî serokê meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji piştgiriyên Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê, befirehkirin û dewama hevkariyên du welatan li warên aborî û ticarî pêwîst ad aznîn û got : Hevkariyên li vî warî dê rewşê jibo berfirehbûna terorîzmê lawaz bike.
Li vê peywendiya telefonî, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê serketinên vê dawiyê yên vê dawiyê û azadiya Mûsilê pîroz kir û ji Heyder Ebadî daxwaz kir û li merasima sondxwarinê ya serokkomariya Hesen Rûhanî beşdar bibe.
El-Ebadî, lêborîna xwe xwet ku nikare beşdarê vê merasimê bibe û ragahnd ku Fuad Mesûm serokkomar bi nunaertiya ji Iraqê dê beşdarê merasimê bibe.
Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê biryar e li merasima sondxwarinê ya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê beşdar bibe.