Muqteda Sedir ji hogir û alîgirên xwe xwest li xwenîşandaneke berfire beşdar bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268270-muqteda_sedir_ji_hogir_û_alîgirên_xwe_xwest_li_xwenîşandaneke_berfire_beşdar_bibin
Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ji hogir û alîgirên xwe xwest îro li parêzgehên curbicur ên Iraqê xwenîşandanên berfire û girseyî pêk bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2017 07:06 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir ji hogir û alîgirên xwe xwest li xwenîşandaneke berfire beşdar bibin

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir ji hogir û alîgirên xwe xwest îro li parêzgehên curbicur ên Iraqê xwenîşandanên berfire û girseyî pêk bînin.

Li gor ragihandina televîziyona El-Hedes, Muqteda Sedir duh bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ji alîgirên xwe xwest ku li meydana El-Tehrîr a Bexdayê û li bajarên din ên Iraqê xwenîşandanê bi rê xin .

Sedir hişyarî daye ku heke beşdariya xelkê li vê xwenîşandanê kêm bibe eva tê wateya bidawîbûna gorankarî û pêvajoya reforman li Iraqê.

Sedir li daxuyaniya xwe de xelkê Iraqê derheq bêdengiya li hemberê siyasetmedarên fesadkar û gendelîkar, hişyar kir û ragihand ku qanûna hilbijartinan ne ser xêra xelkê bû belkî ew ser xêra parleman û dewletê ye.

  Serokê Tevgera Sedir a Iraqê ev daxuyaniya xwe du rojan piştî vegerîna ji Erebistanê û hevdîtina bi welîehd û rayedarên Seûdî weşand.