Emar Hekîm derketina hêzên Siûdî ji Behreynê weke şerta sefera Riyazê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268224-emar_hekîm_derketina_hêzên_siûdî_ji_behreynê_weke_şerta_sefera_riyazê_ragihand
Someriye Newsê raghand: ``Emar Hekîm serokê Partiya Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, derketina hêzên Erebistanê ji Behreynê weke şerta sefera xwe ya Riyazê raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2017 12:29 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm derketina hêzên Siûdî ji Behreynê weke şerta sefera Riyazê ragihand

Someriye Newsê raghand: ``Emar Hekîm serokê Partiya Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, derketina hêzên Erebistanê ji Behreynê weke şerta sefera xwe ya Riyazê raghand.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Emar Hekîm rêberê Partiya Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li gotûbêjeke nûçeyî li bersiva  pirsekê ser sefera xwe ya Erebistanê got: ``Kesekî ji aliyê siûdiyan peyam aniye ku eger tu bêyî vexwendinê gelo dê tev rayedarên  vî welatî re hevdîtinê pêk bînî ku min li bersivê got ku ger xelata wan jibo min derketina ji Behreynê û rawestandina  kuştina  gelê mezlûm ê Yemenê be , ezê bihetim qebûl bikim.

 Malpera nûçan a  `` Lêkolînên  Erebistana Siûdî`` tevî ragahndina  vê mijarê ji zarê Emar Hekîm got: ``Ev daxwaza ji aliyê Rejîam Erebistanê ve hat redkirin û loma sefera wî bo Erebistana Siûdî wê serê xwe negire``.

 Rojnameyên  siûdî yên derveyî  navçê yên ser navê ``El-Şerq El-Ewset`` û ``El-Heyat`` û ``El-Ereb``   çend rojan berî niha li bara sefera nêzîkdem a Emar Hekîm bo Erebistanê agahî dabûn.