Emar Hekîm: Damezirandina Partîya Hikmeyê encama xwezayî ya alûgurên li pêvajoya sîyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268134-emar_hekîm_damezirandina_partîya_hikmeyê_encama_xwezayî_ya_alûgurên_li_pêvajoya_sîyasî_ye
Seyîd Emar Hekîm serokê partîya nûdamezirandî ya Hikmeyê tekez kir ku damezirandina vê partîyê encama xwezayî ya alûgurên li pêvajoya sîyasî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2017 11:50 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Damezirandina Partîya Hikmeyê encama xwezayî ya alûgurên li pêvajoya sîyasî ye

Seyîd Emar Hekîm serokê partîya nûdamezirandî ya Hikmeyê tekez kir ku damezirandina vê partîyê encama xwezayî ya alûgurên li pêvajoya sîyasî ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriyê, seyîd Emar Hekîm serokê Partîya Hikmeyê îro li hevdîtina digel desteya mêdyayî ya Îranê got ku damezirandina Partîya Hikmeyê wek encama xwezayî wek bersiva li hemberî alûgurên ji ber pêvajoya sîyasî bû û armanca wê jî cihanîna berpirsîyê û ragihandina daxwazên gel û piştgirîya ji mafên medenî û azadîyên şexsî bûye.

Seyîd Emar hekîm li hevdîtina digel desteya mêdyayî ya Îranê ku serokê Sêndîkaya Rojnamevanên Iraqê jî têda amade bû, herwiha xwest qonaxa ku têda tenê nûçe tên weşandinê bê derbaskirinê û derbasî qonaxekê bibin ku mêdayaya kêrhatî li biryarên sîyasî pişkdar be.

Wî herwiha got: Em li ser birojkirina şêwazan ku bi serdema lêzanîn re jî lihev bê, sekinîn.

Vî rayedarê iraqî herwiha got: Iraq niha li hember têrorîsma ku bingeha xwe ji dest daye, qahîm bûye.

Seyîd Emar Hekîm herwiha got: Em li vê hevdîtinê li ser hewcedarîya Iraqê li warê dayîna peyamên dilnîyaker û cebirîna birînan jibo derbasbûna ji qonaxa niha sekinîn.