Pêgiriya Selîm Cebûrî ser hizûra Îranê li pirosa avedankirina Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268090-pêgiriya_selîm_cebûrî_ser_hizûra_Îranê_li_pirosa_avedankirina_iraqê
Serokê parlemana Iraqê ji Komara îslamî ya Îranê xwest li pirosa avedankirina jinûve avedankirina Iraqê alîkariya Bexdayê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2017 05:10 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Selîm Cebûrî ser hizûra Îranê li pirosa avedankirina Iraqê

Serokê parlemana Iraqê ji Komara îslamî ya Îranê xwest li pirosa avedankirina jinûve avedankirina Iraqê alîkariya Bexdayê bike.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê li hevdîtina xwe ya duh sêşemê tev Îrec Mescidî baylozê Komara îslamî ya Îranê li Bexdayê , li bara çawaniya hevkariya Têhran û Bexdayê li hemû babetan û bi taybet pirosa avedankirina Iraqê axivî.

Pêştir jî xelkê Iraqê û bitaybet xelkê navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji Îranê xwestibûn li pirosa ji nûve avedankirina Iraqê alîkariya wan bike.

Serokê parlemana Iraqê û baylozê Komara îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê herwisa li bara peywendiyên navbera du welatan, alûgorên navçeyî û navnetewî jî gotûbêj kirin.

Îrec Mescidî li vê hevdîtinê got: Komara îslamî ya Îranê hema wekî berê hertim li kêlega gelê Iraqê ye.