Dijayetiya dewleta Bexdayê digel Giştpirsîna Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê
Alîkarê serokomarê Iraqê careke din li ser dijayetiya dewleta vî welatî tev lidarxistina Giştpirsîna Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca xweşkirina rewşê ji bo parçekirina vî welatî, pêgirî kir.
Konseya Bilind a Giştpirsîna Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê tevî dijberiya dewleta navendî ya Bexdayê, roja Yekşemiyê, 30ê Tîrmeha 2017`an taximek ji bo gotûbêja digel dewleta navendî li Bexdayê li ser lidarxistina Referandomê damezirîne.
Alîkarê serokomarê Iraqê,, Nûrî Malikî li hevpeyivîna bi kanaola têlêvîziyona libnanî ya El Meyadînê, bal kişande ser vê yekê ku lidarxistina Giştpirsîna Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, ti bingeh û piştevaniya xwe ya qanûnî tine, got: ``Tu yek ji welatên ewropî, amerîkî, Komara Îslamî ya Îranê, tirkiye û welatên ereb lidarxistina Giştpirsîna Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê napejirînin``.
Alîkarê serokoamrê Iraqê bal kişande ser komploya hin aliyan ji bo parçekirina Iraq û Sûriyê li çarçova berjewendiyên Israîlê û got: ``Serketinên artêşa Iraq û Sûriyê her wiha lawazbûna têrorîstan piştî nakokiyên navbera welatên dorhêla Kendava Farsê, hevsengiyên navçeyê li ser xêra Bexda û Şamê guherandine``.
Nûrî Malikî her wiha bal kişande ser beşdariya bibandor a Hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi heşdê şeibî li opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê û got: ``Heşdê Şeibî bi saya serêxwegirtina desthat û serketinên vê dawiyê, hêjatiyên xwe wek hêzeke leşkerî bi piştevaniya qanûnî ji bo dewama çalakiya di bin fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê selimandiye``.
Parlimana Iraqê roja 26`ê Mijdara 2016`an bi pirraniya dengan, qanûnek pesend kir ku li ser esasa wê, hêzên seferberiya gtelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî, beşeke fermî ya hêzên çekdar ên Iraqê tên hesêb.