Xwekujiya hevjîna miftiyê DAIŞê û sê zarokên wê li Til Efera Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i268012-xwekujiya_hevjîna_miftiyê_daiŞê_û_sê_zarokên_wê_li_til_efera_iraqê
Çavkaniyên nûçan li bara xwekujiya hevjîna miftiyê grûpa terorîstî ya DAIŞê û sê zarokên wê li derdora bajarê Til Eferê li rojav a bajarê Mûsilê û revîna vî miftiyê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2017 15:54 Asia/Tehran
  • Xwekujiya hevjîna miftiyê DAIŞê û sê zarokên wê li Til Efera Iraqê

Çavkaniyên nûçan li bara xwekujiya hevjîna miftiyê grûpa terorîstî ya DAIŞê û sê zarokên wê li derdora bajarê Til Eferê li rojav a bajarê Mûsilê û revîna vî miftiyê agahî dan.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars News`ê, rojnama iraqî ya El-Sebahê nivîsî: Li gorî lêzanînên ku hatine ber destan, hevjîna  miftiyê DAIŞ`ê li Til Eferê tev sê zarokên xwe li mala xwe xwe kuştine. Li vê kiryarê hevjîna  miftiyê DAIŞ`ê  agir berdaye xwe û  zarokên xwe.

 Li gorî rapora rojnama  El-Sebaha Iraqê, hegera vê xwekujiyê hîn kivş nîne lê miftiyê DAIŞ`ê jî ku carnan li yek ji mizgevtan xwe nîşan dida, xwe veşartiye.

 Di eynî demê de, çavkaniyên  lêzanînê li bara qelişt û  bêtifaqiyên   zêde navbera endamên  DAIŞ`ê li Til Eferê ji ber işkestên  giran li Mûsilê agahiyan didin bi curekê ku heftiya derbasbûyî navbera endamên  vê komê,  pevçûnên  çekdariyê qewimiye.

DAIŞê her wiha çend rojan berî niha guhê 23 kes ji endamên vê komê ji ber ku neçûbûne şerê tev artêşa Iraqê li Mûsilê, birrîn.

 Pêştir jî DAIŞ`ê 12 kes ji serkirdeyên  xwe ku dixwestin ji Til Eferê birevin, îdam kirin.

 Niha  Telefer di dorpêça tam a eskerên iraqî û hêzên Heşda Şeibî de ye û azadkirina  Til Eferê li gorî iraqiyan, derxistina  DAIŞ`ê ji axa Iraqê ye.

Grûpa terorîstî  ya DAIŞ`ê li sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên  rojavayî û erebî yên vî welatî,  Mûsil  dagir kir lê hêzên  hevpar ên iraqî 10 Tîrmeha 2017an  tam  ji lepên DAIŞê rizgar kirin.