Çarenivîsa Kerkûkê, Parlemana Iraqê kivş dike
Tîrmeh 30, 2017 14:45 Asia/Tehran
Bereya Tirkmenên Iraqê tekez kir, tenê parlemana vî welatî dikare çarenivîsa Kerkûkê kivş bike.
Li gorî rapora televîayona El-Hedesê, Bereya Tirkmenên Iraqê raghand, pêşeroja parêzgeha Kerkûkê ku li ser wê navbera dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê pirsgirêk heye, parlemana vî welatî kivş dike.
Bereya Tirkmenên Iraqê ku koma herî mezin a nunerê tirmanan li vî welatî ye got: ``Li bara pêşeroja parêzgeha Kerkûkê divê parlemana Iraqê biryarê bide û lidarxistina raprsiya herêma Kurdistana Iraqê, rewşeke baş pêk nayne; ji ber ku hemî aliyên xwecî û navçeyî dijberê wê ne.
Lidarxistina Giştpirsiya cidabûna Kurdistana Iraqê ji vî welatî rastî dijberiyên cîhanî û navçeyî hatiye.