11 kuştî û birîndar li êrişên terorîstî li Bexdayê
Polîsê Iraqê ragihand ku ji ber kiryarên terorîstî li navçên curbicur ên Bexdayê herîkêm 6 kes hatine kuştin û pênc kes jî birîndar bûne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoliyê: Seid Kazim ji efserên polîsê Iraqê got: Terorîstên çekdar êrişî ser navendeke lêgeryana polîs li navça Yosifiyê li başûra Bexdayê kirin û welatiyekî iraqî kuştin û du kesên din jî birîndar kirin.
Seid Kazim got: Herwisa çekdarên nenas li navça El-Huriye li bakûra Bexdayê , El-Talibiye li bakûra rojhilata Bexdayê û El-Şurte Rabie li başûra rojavaya vî bajarî êrişî ser xelkê kirin û 3 kesên sivîl kuştin.
Herwisa bingehên nûçan ragihandine ku ji ber teqîna bombeyekê li nîzikiya navendeke tecarî li rojavaya Bexdayê kesek hate kuştin û yekî din jî birîndar bû..
Hêzên polîsê Iraqê herwisa li navça El-Kemaliye li rojhilata Bexdayê meytê welatiyekî iraqî dîtin ku bi guleyan hatibûye kuştin.
Herwisa li gorî nûçeyeke din ji Bexdayê ji ber teqîna bombekê li navça Ebû-Qureyîb a Bexdayê du kesên sivîl birîndar bûne.
Heta niha tu aliyekê berpirsyariya van kiryarên terorîstî negirtiye ustiyê xwe lê bingehên nûçan ragihandine, para pirtir a kiryarên wiha karê terorîstên DAIŞ`ê ne.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê ji ber teqîneke terorîstî li gundê El-Keser li bakûra rojhilata Mûsilê 3 kesên sivîl hatine kuştin û 7 kesên dinê jî birîndar bûne.