Operasiyona Helî borna eskerên amerîkî li başûra Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267886-operasiyona_helî_borna_eskerên_amerîkî_li_başûra_mûsilê
Eskerên amerîkî operasiyoneke helîbornî li başûra Mûsilê destpêkirin ku ji ber vê operasiyonê 6 terorîstên DAIŞ`î hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2017 09:11 Asia/Tehran
  • Operasiyona Helî borna eskerên amerîkî li başûra Mûsilê

Eskerên amerîkî operasiyoneke helîbornî li başûra Mûsilê destpêkirin ku ji ber vê operasiyonê 6 terorîstên DAIŞ`î hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê rojnama Rayul-Yewm`ê, bingehên iraqî ragihandin ku hêzên taybet ên amerîkî operasiyoneke helîbornî pê behregirtina ji helîkoptirên eskerî li navça El-Şore li başûra Mûsilê destpê kirin.

Hatiye ragihandin ku van hêzên amerîkî dil hebûne pêşiya birek ji terorîstên DAIŞ`ê bigrin ku dixwestin bikevin nav gundên vê navçê ku ji ber vê êrişê şeş terorîst hatine kuştin.

Bingehên nûçan ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê dixwestin bikevine gundê El-Meqer li başûra Mûsilê.

Hêzên amerîkî piştî vê operasiyonê ji navçê paşda kişyan û a ji hêzên gelanî eşîretên vê navçê dest bi lêgerînê kirin.

Artêşa Amerîkayê hîn tu agehdariyek li bara vê operasiyonê belav nekirine.

Bingehên nûçan ragihandine ku nîzikî 5 hezar eskerên amerîkî li nav axa Iraqê bi cih bûne.