Hemam Hemûdî bû sekretirê nû yê meclisa bilind a îslamî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267884-hemam_hemûdî_bû_sekretirê_nû_yê_meclisa_bilind_a_îslamî_ya_iraqê
Partiya Meclisa bilind a îslamî ya Iraqê îro yekşemê Hemam Hemûdî wekî sekretirê nû yê vê partîyê li dewsa Seyîd Emar Hekîm bijart.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2017 09:09 Asia/Tehran
  • Hemam Hemûdî bû sekretirê nû yê meclisa bilind a îslamî ya Iraqê

Partiya Meclisa bilind a îslamî ya Iraqê îro yekşemê Hemam Hemûdî wekî sekretirê nû yê vê partîyê li dewsa Seyîd Emar Hekîm bijart.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Hemam Baqir El-Hemûdî ku 65 salî ye û niha nûnerê parlemana Iraqê û endamê hevalbendiya hevpeymaniya netewî û cîgirê ewil ê serokê parlemana vî welatî ye, îro wekî sekretirê nû yê meclisa bilind a îslamî ya Iraqê li dewsa Seyîd Emar Hekîmhate bijartin.

Seyîd Emar Hekîm 24ê Tîrmehê ji meclisa bilind a îslamî ya Iraqê cuda bû û partiyeke nû ser navê ``Bereya Hêkmeta Netewî`` damezirand.

Emar Hekîm li bara cudabûna xwe ji partiya meclisa bilind a îslamî ya Iraqê ragihand ku armanca wî behrewergirtina ji zirûfên heyî di nav cewanên vî welatî û xizmeta baştir bo gelê Iraqê ye û got: ``Iraq li benda welidîna tevgerên nû yên siyasî ye û partiya wî ya nû dikare li kêlega partiyên din ên siyasî û abûrî û ewlehiyê , Iraqê baştir ji berê pêşva bibe``.