El-Ebadî: Operasyona azadkirina Teleferê bi beşdariya hemî hêzan cih tê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267836-el_ebadî_operasyona_azadkirina_teleferê_bi_beşdariya_hemî_hêzan_cih_tê
Serokwezîrê Iraqê raghand: Operasyona azadkirina Teleferê li rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê bi beşdariya hemî hêzên çekdar, Heşda Şebî cih tê.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tîrmeh 29, 2017 14:00 Asia/Tehran
  • El-Ebadî: Operasyona azadkirina Teleferê bi beşdariya  hemî hêzan cih tê

Serokwezîrê Iraqê raghand: Operasyona azadkirina Teleferê li rojava Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê bi beşdariya hemî hêzên çekdar, Heşda Şebî cih tê.

 Li gorî rapora  televîzyona El-Meyadînê ya Lubnanê, televîzyona  El-Iraqiyê roja şemiyê raghand: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bara rawestana  hêzên  iraqî li hemebr DAIŞê diyar kir: Xelkê cîhanê  rehet nefes kêşan ji  ber ku iraqiayn beşeke zêde ji DAIŞê ji nav birin.

 Ebadî her wiha got: Dellalên şêr naxwazin ku serketina  li hember DAIŞê cih were ji ber ku  damezrandina  aşitiyê,  nahêle ew kasibiyan xwe bidomînin.

 Heyder Ebadî destnîşan kir: Gelê başûrê Iraqê yekitiya welêt cih anîn ji ber ku cida ji meselên  eşîretî tev geriyan û jibo azadkirina navçên  din fîdakarî kirin.

 Serokwezîrê Iraqê her wiha tekez kir: Iraq daxwaza  hewsengkirina  peywendiyên xwe tev welatên din kiriye.

El-Ebadî çarşemiya buhurî li civîna taxima bilind  a hewdengkirê parzêgehên  Iraqê jî got: Bexdayê biryar daye ku Telefer,  Hewîcê û rojava  parzêgeha Enbarê ji lepên DAIŞê azad bike.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 10 Tîrmeha 2017an  azadkirina tam a Mûsilê ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞê raghand.