Neyariya hevalbendiya dewleta qanûn li hember giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê
Hevalbendiya dewleta qanûn neyariya xwe li hember giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand.
Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê xîncî Goran û Yekgirtû, 7 Hezîrana buhurî li civîna bi beşadriya Mesûd Barzanî serokê vê ermê lidarxistina rapirsiya cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017an pesend kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, ji zarê telivîzyona Lubnanî ya El-Meyadîn, Hevalbendiya dewleta qanûn dih îniyê neyariya xwe tev giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand û li bara dûhatên nebaşe vê biryarê hişyarî da.
Pêştir Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji Iraqê ser zerera hemû xelkê vî welatî daye zanîn û got: Xêra kurdan li mayîna li çarçîva Iraqê ye.
Emar Hekîm jî ragihand ku serê xwe girtina xeyala Barzanî dê bibe sebeb ku axa Iraqê parçe be ku xelkê Iraqê vê yekê naxwazin.
Para pirtire welatên cîhanê giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ret kirine û tenê Rejîma Siyonîstî û Erebistanê piştevaniya vê giştpirsiyê kirine.