Kuştina 50 endamên DAIŞ`ê li encama êrişên balefirên cengê yên Iraqê
Balefirên cengê yên Iraqê li Telefrê meqerên DAIŞê û her wiha cebilxaneyeke mezin a vê grûpa terorîstî dan ber êrişan ku gelek xisar li wan ket.
Li gorî rapora Someriye Newsê, li encama êrişên hanê cebilxaneyeke mezin a DAIŞê ket ber êrişê û gelek çek û rextên wan û çend tûnêlên wan îmha bûn ku li encama wan êrişan zêde ji 50 endamên vê komê jî hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyeke din, çavkaniyên iraqî li bara kuştina 4 xwekujan piştî ketina nav navça El-Bexdadî li rojava Remadiyê û xweteqandian xqwekujiekî li vê navçê agahî dan.
Hêzên ewlhiyê yên Iraqê vê sibê çar xwekuj piştî derbasbûna nav navça El-Bexdadî li rojava Remadiyê li navenda parzêgeha Selahedînê kuştin lê xwekujê pêncan xwe di nava malekê teqand ku li encama wê 6 kes ji endamên malbatekê hatin kuştin.
Her wiha li encama êrişên balefirên cengê yên iraqiyan bi dehan trimbêlên eskerî li rojava navça El-Hezerê jî îmha bûn.
Li gor nûçeyeke din, hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê nasiyar bi Heşda Şebî pêşiya tankêreke çek û teqemeniyan ya DAIŞ`ê ku diçû Kerbelayê , girtin.
Hêzên Heşda Şebî bi operasyoneke awarte hewldana terorîstên DAIŞ`ê jibo guhestina çek û sîlehan bo parzêgeha Kerbelayê bêencam kirin. Hêzên Heşda Şebî piştî kuştina ajovanê vê kamyonê û yek ji hevriyên wî li navça navbera El-Nexîb û navça El-Kîlo 160 ê li rojava Enbarê rawestandin.
DAIŞê dixwest bi tankêrekê van çek û teqemaniyan ji çolên Enbarê bişîne parêzgeha Kerbelayê.