Tewsiya metceyê olî yê Iraqê bo rêberên kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267750-tewsiya_metceyê_olî_yê_iraqê_bo_rêberên_kurd
Merceyekî olî yê Iraqê roja îniyê tewsiye li rêberên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku xwestekên xwe di asteke maqûl de bêxin rojevê û bişopînin û li bara dûhatên nesekinîna ser qanûna bingehîn a Iraqê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2017 13:32 Asia/Tehran
  • Tewsiya metceyê olî yê Iraqê bo rêberên kurd

Merceyekî olî yê Iraqê roja îniyê tewsiye li rêberên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku xwestekên xwe di asteke maqûl de bêxin rojevê û bişopînin û li bara dûhatên nesekinîna ser qanûna bingehîn a Iraqê hişyarî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, ayetullah Muhemed Teqî Muderisî li axiftinên xwe yên hefteyê li Kerbelayê, kurd weke birayên xwe da zanîn û tewsiye li wan kir  ku her kiryarekê li gorî qanûna bingehîn bişopînin.

 Vî merceyê iraqî bal kişand sr pêwîstiya berçavgirtina qanûna bingehîn  li her reftar û birayerkê û got: nizama federalî yek ji xalên modern û pêşketî yên qanûna bingehîn e ku biryên kurd jê sûdê werdigirin.

 Ayetullah Muhemed Teqî Muderisî nesekinîna  ser qanûna  bingehîn û rezamendiya  gelê Iraqê weke karesatekê da zanîn û li bara alugurên  niha yên pêvajoya siyasî ya Iraqê jî got ku liv û tevegrên  nû beşek ji pênaseya pergala demokratîk e û ev  normal e û bêzirar e.

 Ayetulah Muderisî di eynî demê de bala xwe da ser vê xalê ku  ev alûgur  heya wexta ku li gor  qanûnê û prensîp û nirxên  olî û neteweyî bin, bê zirar in.

 Vî merceyê iraqî li beşek din  ji gotinên xwe yên heftane bala xwe da ser vekişyana  Rejîma Siyonîstî ji plan û bernameyên  xwe li mizgevta El-Eqsayê û got : " Zexta gelên misilman û hin dewletên  Îslamî, bû sedem ku Rejîma  Siyonîstî ji planên dijî Îslamê li Qudsa Pîroz paşde vekişe".