DAIŞ ji revîna çeteyên vê komê ji Til Eferê hêrs bûye
Koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞê endamên xwe ji ber revîna ji bereyên şêrr, bi giranî dêxe bin Işkenceyê.
Li gorî ragihandina Al Someria Newsê, rayedarekî herêmî li parêzgeha Nêynewayê bal kişande ser birrîna Guhên 23 kes ji endamên vê koma têrorîst û got: "Ev kes bi tawana revîna ji bereyên şêrr li Mûsilê û alîkarînekirina DAIŞê li bajarê Til Eferê hatine darizandin".
Pêştir jî DAIŞê 12 kes ji serkirdeyên xwe ku dil hebûn ji Til Eferê birevin, darve kiribûn.
Li ser esasa rapora fermandarên bereyên şêrr ên Heşdê Şeibî li derdora bajarê Til Eferê li 70 Kîlomitriya rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê, koma têrorîst a DAIŞê di rojên dawî da hin liv û tevgerên ji bo sekinîna li hemberî opêrasiyona azadkirina Til Eferê pêk anîne. Til Efer ku navçeyeke tirkmennişîn a Parêzgeha Nêynewayê ye, sala 2014an ji aliyê DAIŞê va hat dagirkirin.