Ragihandina pêkhatina partîyeke din li Iraqê
Du rojan piştî damezirandina Partîya Hikmeya Netewî bi rêbertîya seyîd Emar Hekîm li Iraqê, partîyeke din bi rêbertîya wezîrê berê yê berevanîya Iraqê li Bexdayê hat damezirandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Seidûn Duleymî wezîrê berê yê berevanîya Iraqê ku xelkê Remadî navenda parêzgeha Al Anbarê li rojavaya Iraqê ye, duh li civîneke rojnamevanîyê li Bexdayê bi boneya damezirandina Partîya Tifaqa Zarokên Iraqê (Wehdet Enba ul Iraq) xwest ku gelê Iraqê li deverên ku ketine ber êrişên têrorîstan bi dezgehên ewlehîya Iraqê re hevkarîyê bike.
Seidûn Duleymî bi pêkutîya ser pêbendîya hemî gelê Iraqê li sîyaseta aram a dêmokiratîk û dûrketina ji firqeperestî û etnîkparêzîyê di qonaxa pêşberî vî welatî de got: Hêzên çekdar û dezgehên ewlehîyê yên Iraqê wekî pira têkilîya di navbera hemî gelê vî welatî de divê xwe ji bandora sîyasetê û hizperestîyê dûr bigirin.
Hejmarek parlimanterên alûgurxwaz ên sune li parlimana Iraqê ji wan Evdilrehman Al Lewîzî yek ji nunerên parêzgeha Nêynewayê li partîya nû ya Duleymî cî girtine.
Seidûn Duleymî ji kesayetîyên sune ye ku di hilbijartinên parlimanî yên sala 2010`an de di lîsteya hilbijartinê ya Nûrî Malikî ya ser navê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê de bû û ligel vê lîstê derbasî parlimana Iraqê bû.
Partîya Zarokên Iraqê di 7`ê Adara sala 2017`ê de ligel 4 partîyên nû bi awayekî fermî belgeya damezirandinê ji komsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê wergirt lê ragihandina wê bo duh çarşemê hat paşdaxistin.