Emar Hekîm partîyeke nû li Iraqê damezirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267432-emar_hekîm_partîyeke_nû_li_iraqê_damezirand
Serokê Encumena Bilind a Îslamî û Hevalbendîya Netewî ya Iraqê, Emar Hekîm li peyamekê bi fermî derketina xwe ji Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ragihand û dîyar kir ku partîya nû ya Hikmeya Niştîmanîyê damezirand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2017 06:33 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm partîyeke nû li Iraqê damezirand

Serokê Encumena Bilind a Îslamî û Hevalbendîya Netewî ya Iraqê, Emar Hekîm li peyamekê bi fermî derketina xwe ji Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ragihand û dîyar kir ku partîya nû ya Hikmeya Niştîmanîyê damezirand.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê, Emar Hekîm duh Duşemê 24.07.2017 ji patiya xwe vekişîya.

Emar Hekîm herwiha avakirina Partîya Hikmeya Niştîmanî ragehand û ji rêvebirên partiya xwe re got: em ê hev li mala mezin bibînin. Wî herwiha damezirandina Partîya Hikmeya Niştîman jibo sûdwergirtina çêtir ji potansîyelên ciwanên iraqî li vê partîya nû û xizmeta jibo gelê Iraqê wek hegera sereke ya vekişîna xwe ji Encumena Bilind a Islamî ya Iraqê ragihand.

Hekîm herwiha got: Iraq li benda pêkhatina komên sîyasî yên nû ye û ev koma dikare li rex partîyên din ên Iraqê rewşa sîyasî, aborî û ewlehîya Iraqê çêtir bike.

Wî li dewama xeberdana xwe qedrê Komara Islamî ya Îranê û rêberê giranqedir ê inqilabê û gelê Îranê bi hegera piştgirîyên ji gelê Iraqê û gelê wî li qonaxên curbicur girt û helwesta Îranê li bara gelê Iraqê helwestek nayê jibîrkirinê wesif kir.

Emar Hekîm li pişkeke din a axavtinên xwe `` derxistina Iraqê ji rêzebendîyên tayfeyî`` aranca partîya nû zanî û got ku armanca partîya nûdamezirandî ya Hikmeya Niştîmanî xilaskirina Iraqê ji rêzebendîyên tayfeyî ye.

Emar Hekîm sala 1971 ji dayikbûye, kurê serokê berê yê Encûmena Bilind a Islamî ya Iraqê Ebdulezîz Hekîm e ku piştî koça dawîyê ya babê xwe di sala 2009`ê de, serokatîya Civata Bilinda Islamî ya Iraqê da ser milê xwe û di sala 2016`an de jî wek serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek bereya sîyasî ya herîmezin a Iraqê ku dewleta vî welatî pêk anîye, hat bijartin.