Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê giheşte Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267222-alîkarê_wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_giheşte_bexdayê
Hisên Cabêrîyê-Ensarî alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê îro danê êvarê jibo hevdîtin û gotpbêja ligel berpirsên iraqî giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2017 15:02 Asia/Tehran
  • Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê giheşte Bexdayê

Hisên Cabêrîyê-Ensarî alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê îro danê êvarê jibo hevdîtin û gotpbêja ligel berpirsên iraqî giheşte Bexdaya paytexta Iraqê.

Alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê li balafirgeha Bexdayê ji hêla Îrec Mescêdî sefîrê Îranê li Bexdayê û hin berpirsên wezareta karên derve ya Iraqê ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e ku Cabêrîyê-Ensarî li Bexdayê bi hejmarek berpirsên iraqî re li bara berfirekirina peywendîyên dualî û hilkolandina alûgurên navçê û cîhanê gotûbêjê bike.

Hisên Cabêrîyê-Ensarî alîkarê karên welatên ereb û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê berî ku seredana Bexdayê bike, jibo pişkdarîya li pêncemîn civîna komîteya hevpar a sîyasî ya Îran û Sûrîyê û hilkolandina alûgurên herîdawîyê yên navçê û hevkarîyên dualî seredana Şamê kiribû.