El-Malikî: Iraqê bi welatên din re dê li dijî Îranê ranebe
Alîkarê serokkomarê Iraqê diyar ku nemumkin e ev welata li kêleka welatên erebî li dijî Îranê rabe.
Li gorî rapora roja îniyê ya Tesnim News`ê, Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê got ku `welatê wî lê digere ku bi welatên navçê re peywendiya bi hevaltî çêbike`.
Nûrî Malikî paqijkirina vî welatî ji lepên terorîstan weke babeta sereke ya iraqiyan da aznîn û destnîşa kir: ``Dewleta berê ya Emerîkayê berpirsê ketina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê nav Iraqê ye û îro dewleta nû ya vî welatî dixweze serketian iraqiyan ser terorîstan ser navê xwe tomar bike``.
Alîkarê serokkomarê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku eger hêzên gelanî nebana dê Bexda sernixûn biba û got: ``Artêş û hêzên Heşda Şebî zêde ji nîvê teorîstên DAIŞ`ê kuştin û yên mayî jî revîn``.
El-Malikî bal kişand ser birayarq Emerîkayê jibo avakirina navenda eskerî li navça El-Welîdê li rojava Iraqê û tekez kir: ``Dewleta Iraqê tam dijberê vê kiryarê ye``.