Ebadî: ``Eva ku tê gotin hejmara qurbaniyên Mûsilê gellek in, derew e``
Serokwezîrê Iraqê got: ``Hinekan li bara hejmara kuştiyên operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derew kirin û ewna zêde nîşan dan``.
Li gorî rapora telivîzyona Al-alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li seredana xwe ya duh pêncşemê ji navenda Şuheda, destnîşan kir: ``Eva ku hinek dibêjin hejmara kesên ku li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan gelek in, nûçeyekî derew e``.
Rojnama Ingilizî ya ``Ayî`` duh pêncşemê îdia kir ku ``Li operasiyona azadkirina Mûsilê zêde ji 40 hezar ji xelkê sivîl ê Iraqê hatine kuştin û hejmara kuştiyên vê operasiyonê gelek zêdetir ji raporên belavbûyî ji aliyê saziyên dewletî yên Iraqê ye``.
Heyder Ebadî got: ``Li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê, xelkê Iraqê hemû bi hevra bûn yek û hevkariyeke baş di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê da çêbû, loma gelê Iraqê îdî îznê nade ku tu aliyek dîsa welêt aloz bike û paşda bizivirîne``.
Ebadî got: ``Qanûn li gorî îdaletê li Iraqê cih tê û divê mesela kesên ku bona Iraqê canê xwe fîda kirin, neyê siyasîkirin``.