Ebadî: ``Eva ku tê gotin hejmara qurbaniyên Mûsilê gellek in, derew e``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267080-ebadî_eva_ku_tê_gotin_hejmara_qurbaniyên_mûsilê_gellek_in_derew_e
Serokwezîrê Iraqê got: ``Hinekan li bara hejmara kuştiyên operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derew kirin û ewna zêde nîşan dan``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2017 08:20 Asia/Tehran
  • Ebadî: ``Eva ku tê gotin hejmara qurbaniyên Mûsilê gellek in, derew e``

Serokwezîrê Iraqê got: ``Hinekan li bara hejmara kuştiyên operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê derew kirin û ewna zêde nîşan dan``.

Li gorî rapora telivîzyona Al-alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li seredana xwe ya duh pêncşemê ji navenda Şuheda, destnîşan kir: ``Eva ku hinek dibêjin hejmara kesên ku li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan gelek in, nûçeyekî derew e``.

Rojnama Ingilizî ya ``Ayî`` duh pêncşemê îdia kir ku ``Li operasiyona azadkirina Mûsilê zêde ji 40 hezar ji xelkê sivîl ê Iraqê hatine kuştin û hejmara kuştiyên vê operasiyonê gelek zêdetir ji raporên belavbûyî ji aliyê saziyên dewletî yên Iraqê ye``.

Heyder Ebadî got: ``Li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê, xelkê Iraqê hemû bi hevra bûn yek û hevkariyeke baş di navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê da çêbû, loma gelê Iraqê îdî îznê nade ku tu aliyek dîsa welêt aloz bike û paşda bizivirîne``.

Ebadî got: ``Qanûn li gorî îdaletê li Iraqê cih tê û divê mesela kesên ku bona Iraqê canê xwe fîda kirin, neyê siyasîkirin``.