Azadkirina navçeyeka din a li başûra Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i267020-azadkirina_navçeyeka_din_a_li_başûra_mûsilê
Gundê El Îmam El Xerbî, li başûra Mûsilê azad bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2017 11:40 Asia/Tehran
  • Azadkirina navçeyeka din a li başûra Mûsilê

Gundê El Îmam El Xerbî, li başûra Mûsilê azad bû.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Firatê, hêzên iraqî li dewama azadkirina navçeyên derdora Mûsilê, karîn gundê El Îmam El Xerbî ku ketiye navçeya El Qiyareyê li başûra Mûsilê azad bikin.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn vê gundê piştî derbasbûna du hefteyan, ji bin lepên DAIŞ`ê azad bikin.

Sertîp Necm El Cibûrî, yek ji fermandeyên operasyona Neynewayê ragihand hêzên Iraqî niha ev gunda bi tamî girtine destê xwe û 40 endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê jî di encama pevçûnan de li nav gund de hatine kuştin û bi dehan malbatên iraqî yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve rehîn hatibûn girtin, azad bûn.

Hêzên serwîsa şerrê dijî DAIŞ`ê, polîsê parêzgeha Selahedînê û hêzên artêşa Iraqê ji şeva buhurî ve li operasyonekê, bi piştgiriya hewayî ya helîkopterên amerîkî, ji du mêhweran ve derbasî gundê El Îmam El Xerbî bûn û bi endamên DAIŞ`ê re şerr kirin.

Tekfîriyên DAI`ê piştî şikestên bidûhev ên li Mûsilê, hebûna xwe ya di vî gundî de bi şêwaza şerrên çirîkî xurt kiribûn. Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê, Heşda Şebî ya Iraqê ji pûçkirina hewla DAIŞ`ê jibo ketina nav pişka rojavayî ya bajarê Mûsilê û kuştina çar terorîstên xwekuj agahî da.

Medya Heşda Şebî ya Iraqê, berî nîvroja îro bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên tîpa 17`an a Heşda Şebî karîn operasyona koma terorîst a DAIŞ`ê jibo ketina nav pişta yekîneyên leşkerî yên li navçeya Til El Zeltê li pişka rojavayê bajarê Mûsila navenda parêzgeha sînorî ya Neynewayê li bakûra rojava vî welatî bê encam kirin.

Ji aliyê din ve, çavkaniyeka ewlehiyê, îro pêncşemiyê ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, berpirsê pişka terorê ya DAIŞ`ê li rojavaya Bexdayê girtin.

Ev çavkaniya Sumeriye News`ê re got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro pêncşemiyê di encama operasyoneka ewlehiyê li navçeya Ebû Xureybê ku ketiye rojavaya Bexdayê, terorîstekî girtin ku berpirsê terorîsrên DAIŞ`ê dihate nasîn.