El Ebadî: Fermandeyên Sedam, li DAIŞ`ê roleka bibandor hene
Serokwezûîrê Iraqê got ku fermandeyên rejîma Sedam, roleka girîng li nav koma terorîst a DAIŞ`ê hene.
Li gorî rapora Sumeriye News`ê, Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê îro li axiftinekê got: Serok û fermandeyên saziyên serkutker ên rejîma berê, roleka girîng û bibandor li DAIŞ`ê û cinayetên wê hebûne.
Ebadî bal kişande ser vê yekê ku endamên DAIŞ`ê, mîrata şaristaniyeta bajarê Mûsilê kavil kirine û herwiha got: Serketinên hêzên çekdar ên Iraqê, bi canfîdaiyên şehîdan pêk hatin û me danûstandina li ser Mûsilê qebûl nekir û hinek hewl didin ku hejmara goriyên azadkirina vê bajarê zêde nîşan bidin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Serketinên hêzên çekdar ên Iraqê, bi canfîdaiyên şehîdan pêk hatin û me danûstandina li ser Mûsilê qebûl nekir û hinek hewl didin ku hejmara goriyên azadkirina vê bajarê zêde nîşan bidin.