Zerîf: Bi işkesta rêketinnama navokî, bidestxistina hevhatineke din nemumkin e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266980-zerîf_bi_işkesta_rêketinnama_navokî_bidestxistina_hevhatineke_din_nemumkin_e
Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Heta fikra muzakirên dubare yên navokî bi Emerîkarê re, bitalûke ye û ger ev hevhatina têk here, bidestxistina hevhatineke din êdî nikare serê xwe bigre.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2017 03:40 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bi işkesta rêketinnama navokî, bidestxistina hevhatineke din nemumkin e

Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Heta fikra muzakirên dubare yên navokî bi Emerîkarê re, bitalûke ye û ger ev hevhatina têk here, bidestxistina hevhatineke din êdî nikare serê xwe bigre.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja bi kovara Niyoyorkêr a Emerîkayê tekez kir: Bidestxistina hevhatina  niha ya navokî li du salên  derbasbûyî ewqas aloz û lihevaliyayî bû  û gihêştina bi hevhatineke din di partîkê de ne mukin e.

 Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ev fikra ku Komara Îslamî ya Îranê dixweze cardinê bi Emerîkayê re muzakirê bike, fikreke  batîl û şaş e.

Zerîf di eynî demê de gotûbêja bi wezîrê karên derve yê Emerîkayê re  ku li çarçoveya cihanîna  naveroka rêketinnama navokî, bibandor  û kêrhatî be , red nekir û diyar kir: Ger li bara cihhatina  hevhatina navokî pêîwst be, tu dijberiyek jibo hevdîtin û gotûbêja tev Rêks Tîlerson wezîrê karên derve yê Emerîkayê tine.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza muzakireya tev dewleta Emerîkayê nexistiye rojevê û di pêşerojê de jî ev yeka naqewime.

  Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha li bara kiryarên  nû yên dewleta Emerîkayê li dijî Îranê got: Renge armanca Donald Trump serokkomarê Emerîkayêeva be ku ku bi cihanîna  teybîrên  giran, Îranê han bide ku dev ji rêketinnama navokî berde.

Wezareta Xizînedariya Emerîkayê, roja sêşemiyê li dewama kiryarên bidijminatî yên WAşengtonê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, 18 kes û komên îranî bi mehneyên  curbicur i wan peywendiya bi bernama  mûşekî ya Îranê xist nav lîsteya boykotên xwe.