Hitmala revîna 6 hezar DAIŞiyên ji zindanên Iraqê
Parlemanterekî Iraqê li bara hewldana tekfîriyan jibo revandina zêde ji 6 hezar DAIŞ`iyên di zindanên welatê hişyarî da.
Li gor rapora Efkar Newsê, Feysel El-Zubeydî nunerê parlemanî yê Iraqê, çarşemiyê ragihand ku zêde ji 6 hezar endamên DAIŞ`ê di nava zindanên Iraqê de ne û ev tirsa heye ku bi revîna wan, DAIŞê dîsa xwe ji nû ve bi rêxistin bike.
Wî li daxûyaniya ku li malpera nûçan a El-Sûmeriyê hat weşandin, raghand ku zêde ji şeş hezar û 120 DAIŞî di zinadnên El-Tacî de ne û hejmarek din di zindanên El-Edale û Ebûxureyb in û pêwîst e ku berpirsên zindanê, bi diqet û hişyarî çavdêriya wan bikin
El-Zubeydî di dewamê de li bara hitmala cihanîna operasyonekê bo revandina wan û bi rêxistinkirina dubare ya DAIŞê jibo êrişa dubare ser Bexdayê, hişyarî da û ji rayedarên berpirsiyar û servîsên ewlehiyê xwest ku lêzanînên hanê cidî bigrin.