Ebadî: Giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266888-ebadî_giştpirsiya_li_herêma_kurdistana_iraqê_dijî_qanûna_bingehîn_e
Serokwezîrê Iraqê giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a vî welatî daye zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 19, 2017 03:48 Asia/Tehran
  • Ebadî: Giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn e

Serokwezîrê Iraqê giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a vî welatî daye zanîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li gotinên xwe yên duh sêşemê bal kişande ser dijayetiya giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê tev naveroka qanûna bingehîn a vî welatî û destnîşan kir ku ya baş evaye ku kurd tev hikûmeta navendî ya Bexdayê bimînin ji ber ku xêr û qazanca kurdan di nav mayîna di çarçûveya dewleta navendî ya Bexdayê ye.

Ebadî referandûm wekî hewleke li dijî destûra Iraqê nirxand û got, ‘Heke karbidestên Hewlêrê dibêjin başe giştpirsiyê birê dixînin lê babetên piştî giştpirsiyê îcra nakin pes bo çih hûn dixebitin ku giştpirsî birê keve, ev biryara ku ji aliyê hinek ji aliyên siyasiye kurd dixwaze cih were dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye.

Ebadî bal kişand ser ku vê yekê ku xelkê dine Iraqê tev kurdên herêma Kurdistana Iraqê  şirîk in û nabe karekî yekalî bê kirin got: "Xelkê Iraqê kirîzên nû naxwazin ,Têkiliyên navbera Artêşê û Pêşmergeyan gelekî baş in û tu hesasîyet nînin. Ez bangewaziyê dikim ji referandûmê re alternatîvekê bibînin. Herêma Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye. Kurd hemwelatiyên resen in û dê wisa jî bimînin. Berjewendiya Kurdan wek beşekê mayîna di nav Iraqê de ye."

Serokwezîrê Iraqê metirsiyên ji bo referandûmê anîn ziman û got, "Dewletên cînar vê meselê wekî nîgeraniyekî ewlehiya netewî ji bo xwe dibînin. Di vê de jî mafdar in. Ez hêvî dikim em hevkariya xwe berdewam bikin û pîşiya giştpirsiyê bigirin.

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê li civîna xwe ya 7 Hezîranê bi pişkdariya Mesûd Barzanî serokê vê herêmê , bi hevra rêketin ku giştpirsiya vê herêmê 25 Îlona 2017 birê xînin.

Emar Hekîm serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê jî vê dûmahîkê destnîşan kir: Serê xwe girtina xeyala Barzanî bona birêxistina giştpirsiyê dê bibe sebeb ku axa Iraqê parçe bibe eva li halekê ye ku gelê Iraqê vê yekê naxwazin.