NY li bara hin binpêkirinan li Mûsilê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266868-ny_li_bara_hin_binpêkirinan_li_mûsilê_hişyarî_da
Rêxistîya Neteweyên Yekgirtî ji serokwezîrê Iraqê xwest ku cezakirina komkî ya hin malbatên niştecihê Mûsilê rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2017 13:10 Asia/Tehran
  • NY li bara hin binpêkirinan li Mûsilê hişyarî da

Rêxistîya Neteweyên Yekgirtî ji serokwezîrê Iraqê xwest ku cezakirina komkî ya hin malbatên niştecihê Mûsilê rawestîne.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Yan Kobîş şandiyê NY bo Iraqê li civînekê li Konseya Ewlehîyê li bara rewşa Iraqê got: Bexda û Hewlêr divê li bara çarenûsa Herêma Kurdistanê muzakirê bikin.

Yan Kobîş ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî xwest ku cezakirina kokmî ya hin malbatên niştecihê Mûsilê rawestîne.

Eva li halekî ye ku piştî ku hêzên iraqî ji Heyder Ebadî xwestin jibo peydakirina endamên mayî yên DAIŞ`ê li pişka kevin a Mûsilê 72 sietên din mecalê bide wan, wî ev daxwaza wan qebûl kir.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Arabiye Al Hedes`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh ferman da hêzên din ku bi dezgeha dijî têrorîsmê re kar dikin ber bi Mûsilê bên şandin ta ku opêrasyon li vî şarî zûtir pêk bê û ev bajara radestî tîmên endazyarîyê bê kirin.

Ji hêla din ve, Lîz Grandî hevdengkira karên mirovdostîyê ya NY ragihand: Dûhatên insanî yên opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê girantir û xirabtir ji texmînên NY ne.