DAIŞ`ê dest bi komkujîya malbatên hêzên xwe li Tileferê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266866-daiŞ_ê_dest_bi_komkujîya_malbatên_hêzên_xwe_li_tileferê_kir
Çavkanîyên haydar ên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku DAIŞ`ê dest bi komkujîya malbatên hêzên xwe li Tileferê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2017 13:10 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê dest bi komkujîya malbatên hêzên xwe li Tileferê kir

Çavkanîyên haydar ên ewlehîyê li Iraqê ragihandin ku DAIŞ`ê dest bi komkujîya malbatên hêzên xwe li Tileferê kir.

Li gorî rapora malpera nûçan a Someriye News`ê, çavkanîyeke haydar li dewleta Iraqê ragihand: DAIŞ li gorî fitwaya ku desteya qaşo şerî ya wê daye, li halê îdamkirina komkî ya malbatên çekdarên xwe li Tileferê ye. Li gorî gotina wê çavkanîyê, ev fitwaya bereberê destpêbûna opêrasyona artêşa Iraqê li Tileferê û ji tirsa vîya ku ew malbat cihê unsurên DAIŞ`ê ji hêzên iraqî re bêjin û wan radestî hêzên ewlehîya Iraqê bikin, hatîye dayîn.

Çavkanîyeke haydar li parêzgeha Nêynewayê jî ragihand ku koçberên ereb ên endamê DAIŞ`ê ji şarê Tileferê revîne û DAIŞ`ê jî ji koçberên ereb xwestîye ku koçî warê wadedayî li Misr û Fiilstînê bikin.

Li gorî gotina wê çavkanîyê, hegera vê revînê işkestên bidûhev ên vê koma têrorîst li şerên Nêynewayê û lawazbûna morala endamên wê ye.

Li Kerkûkê jî çavkanîyekê ragihand ku xercê derbaskirina bi qaçaxîyê ya serkirdên bîyanî yên DAIŞ`ê ji Tileferê bo Hewîcê û paşê sînorên Iraqê digihêje 20 hezar dolarî jî.

Di vî halî de, hemara têrorîstên DAIŞ`ê yên ku di encama êrişa hewayî ya şeva buhurî ya artêşa Iraqê ser cihên kombûna wan li Tileferê da giheşte 47 kesî.