Girtina 5 jinên almanî yên DAIŞ`î li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266850-girtina_5_jinên_almanî_yên_daiŞ_î_li_mûsilê
Hêzên iraqî di encama opêrasyonekê li bajarê Mûsilê da 5 jinên almanî girtin ku tê gotin jibo piştgirîya ji koma têrorîst a DAIŞ`ê seredana Iraqê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2017 11:45 Asia/Tehran
  • Girtina 5 jinên almanî yên DAIŞ`î li Mûsilê

Hêzên iraqî di encama opêrasyonekê li bajarê Mûsilê da 5 jinên almanî girtin ku tê gotin jibo piştgirîya ji koma têrorîst a DAIŞ`ê seredana Iraqê kirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mîzanê, hêzên iraqî di encama opêrasyonekê li Mûsilê da, 5 jinên almanî girtine ku tê gotin jibo piştgirîya ji koma têrorîst a DAIŞ`ê seredana Iraqê kirine.

Li gorî gotina rayedarên iraqî ev 5 kes ji nav komeke 20 kesî ya jinên ji welatên curbicur bûne ku hefteya buhurî li Mûsilê hatine girtinê.

Efserekî artêşa Iraqê jî li hevpeyvînekê ragihand ku van jinan xwe li tonêlên binerdî yên DAIŞ`ê veşartibûn û li cihê xweveşartina wan çek û kemberên teqandinê jî hatine keşifkirinê.

Rojna Dewolt`ê jî ragihand ku di nava kesên hatine girtinê da, keçikeke şanzdesalî ji bajarê Zaksên a Almanê jî heye.