Ceribandina serkevtî ya mûşeka Yeqîn-1`ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266808-ceribandina_serkevtî_ya_mûşeka_yeqîn_1_ê_li_iraqê
Yek ji şîrketên pêşeyên leşkerî ya Iraqê ragihand ku mûşeka menzîlkur û xwecî ya Yeqîn-1`ê bi awayekî serkevtî li Iraqê hat ceribandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2017 15:29 Asia/Tehran
  • Ceribandina serkevtî ya mûşeka Yeqîn-1`ê li Iraqê

Yek ji şîrketên pêşeyên leşkerî ya Iraqê ragihand ku mûşeka menzîlkur û xwecî ya Yeqîn-1`ê bi awayekî serkevtî li Iraqê hat ceribandinê.

Li gorî rapora Someriye News`ê, Mezher Sadiq Temîmî rêvebirê şîrketa pêşeyên leşkerî ya Iraqê îro ragihand: Mûşeka menzîl kurt û xwecî ya Yeqîn-1`ê bi birra 15 KM û bi şîyana hilgirtina 350 KG madeyên teqandinê îro bi awayekî serkevtî li Iraqê hat ceribandinê.

Temîmî tekez kir: Ev mûşeka bi destê endazyar û pisporên iraqî yên şîrketa pêşeyên leşkerî hatîye çêkirinê û li gorî standardên leşkerî yên baş hatîye çêkirin.

Şîrketa pêşeyên leşkerî ya Iraqê berî vîya jî hawanavêja 107 mîlîmetrî çêkiribû ku zêde ji sedî 80`yê têknolojîya çêkirina wê xwecî û li gorî istandardên pêşeyên leşkerî yên cîhanê ye.