Parlemanterekî iraqî: Bila Bexda, Tirkîyê neçar bike hêzên xwe ji baregeha Beşîqê derxe
Parlemanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê ji Bexdayê xwest ku bi rêkên aştîyane Tirkîyê neçar bike ku hêzên xwe ji baregeha Beşîqê li parêzgeha Neynewayê derxe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Mihemed Ekîlî li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Al Atecah Press`ê, bal kişand ser vîya ku Enqerê hin armanc li Iraqê hene ji wan serdestîya li Mûsilê û parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên Iraqê ku berê di bin kontrola osmanîyan de bûn û ji dewleta fêdêral xwest ku bi rêyên aştîyane dewleta Tirkîyê neçar bike ku hêzên xwe ji baregeha Beşîqê vekişîne.
Ekîlî bi gotina vîya ku Iraqê hewcedarê sîayseteke stratejîk a nû piştî serketina li Mûsilê û ewlewîyetzanîna berjewendîyên xwe li hemberî berjewendîyên din e, got: Amerîka jibo nifûza li Iraqê ûhemî deverê ye û bi dû mecalekê jibo cihanîna planên xwe ye.