Girtina jinekê li Mûsilê ku ji DAIŞ`ê re sîxorî dikir
Ehlam Muhsin Elî ji endamên derecebilind ên grûpa terorîstî ya DAIş`ê li operasiyona taybet a hêzên iraqî li nêzikiya pira navbera aliyê rojhilat û rojavaya Mûsilê hate girtin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê, Ehlam Muhsin Elî endameke derecebilind a grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li operasiyona taybet a hêzên iraqî li nêzikiya pira navbera aliyê rojhilat û rojavaya Mûsilê hate girtin û îteraf kir ku piştî jinavçûna rejîma Sedam li Iraqê li sala 2003 bûye endama DAIŞ`ê û bo vê grûpê sîxorî dikir û fermandara jinan li nav vê grûpa terorîstî bûye.
Ehlam îteraf kir: Pêş viya ku Mûsil bikeve destê terorîstên DAIŞ`ê wê navnîşana efser û polîsên Iraqê peyda kiribû û paşê bona işkemcekirina wan efseran ewna dane ber destê terorîstên DAIŞ`ê.
Ehlam got: Piştê ku ew li sala 2014 bûye endama îdara ewlehî û istixbarata grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê wê mêrê xwe jî ku hêzeke polîsê Iraqê bû neçar kir ku bibe endamê DAIŞ`ê.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi hevkariya Ehlam Muhsin Elî bi sedan kes ji xelkê sivîle Mûsilê bi tawana hevkariya tev dewleta Iraqê işkence û zîndanî kir.