Ebadî: Azadiya Mûsilê destpêka jinavçûna DAIŞ`ê li nav Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266750-ebadî_azadiya_mûsilê_destpêka_jinavçûna_daiŞ_ê_li_nav_iraqê_ye
Serokwezîrê Iraqê têkçûna terorîstên DAIŞ`ê li nav Mûsilê destpêka jinavçûna van terorîstan li nav axa vî welatî daye zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2017 09:53 Asia/Tehran
  • Ebadî: Azadiya Mûsilê destpêka jinavçûna DAIŞ`ê li nav Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê têkçûna terorîstên DAIŞ`ê li nav Mûsilê destpêka jinavçûna van terorîstan li nav axa vî welatî daye zanîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûmiriye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê  li hevdîtina xwe ya duh yekşemê tev Alster Bêrt wezîr mişêwir ê Ingilîzê li karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê got: Serketina hêzên iraqî li hemberî terorîstan û azadiya Mûsilê destpêkek bona têkçûna koma terorîst a DAIŞ`ê li nav axa Iraqê ye û dewleta Bexdayê piştî jinavçûna DAIŞ`ê dixebite ewlehî û îstiqrara tam li vî welatî damezirîne û dixebite ku krîzên pêşberî xelkê Iraqê kokbir bike.

Alster Bêrt wezîr mişêwir ê Ingilîzê li karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê jî li vê hevdîtinê bilî pîrozkirina azadiya Mûsilê ser piştevaniya welatê xwe ji dewleta Iraqê li babeta zivirîna awareyan bo ser malên xwe sekinî û ragihand ku Ingilîz piştevaniya Iraqa yekparçe û êmin dike.

Serokwezîrê Iraqê 10 Tîrmehê azadiya tam a Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand.