Li du opêrasiyonên cida li parêzgeha Enbarê 28 DAIŞ`î hatine kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266700-li_du_opêrasiyonên_cida_li_parêzgeha_enbarê_28_daiŞ_î_hatine_kuştinê
Hêzên iraqî û firokeyên Hevpeymaniya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîkayê li du êrîşên cuda li rojavaya parêzgeha Enbarê li ser baregehên tekfîriyên DAIŞ`ê, 28 kes ji wan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2017 12:15 Asia/Tehran
  • Li du opêrasiyonên cida li parêzgeha Enbarê 28 DAIŞ`î hatine kuştinê

Hêzên iraqî û firokeyên Hevpeymaniya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîkayê li du êrîşên cuda li rojavaya parêzgeha Enbarê li ser baregehên tekfîriyên DAIŞ`ê, 28 kes ji wan kuştin.

Li gorî rapora Fars News`ê, rayedarekî agah li fermandetiya opêrasiyona El Cezîreyê li parêzgeha Enbarê, îro anku Yekşemiyê ragihand ku yek ji baregehên DAIŞ`ê li Çolistana Semîlê li ropjavaya vê parêzgehê hatike rûxcandin û 28 DAIŞ`iyên têda hatine kuştinê.

Wî li hevpûeyivîna digel nûçegihanê Bas News`ê got: `Zanyariyên deqîq ên bidesthatî ev derfet da hêzên iraqî li artêş û fermabndetiya opêrasiuyona El Cezîreyê ku baregeheke DAIŞ`ê hevrê digel sê erebeyên bombekirî û kamiyoneke hilgirê sotemeniyê li Çolistana Semîlê li bakurê navçeya Raweyê li rojavaya Enbarê ji nav bibin.

Li ser esasa vê salixdanê, di encama vê êrîşê riyên peywendiya DAIŞ`ê di navbera du beşên rawe û Enetê li rojavaya Enbarê hation buirrîn û cihê ewlehiyê yên DAIŞ`ê li nav deveran ketin bin kontrolê.

Vî rayedarî di dewamê da destnîşan kir ku hêzên iraqî niha amade ne ku opêreasuiyoneke teze di demjimêrên tê da ji bo naskirin û jinavbirina baregehên din ên DAIŞ`ê li mêhwerên rojavayî yên navçeyên El Qaêm, Rawe û Enetê dest pê bikin.

Ajansa rûsî ya nûçeyan a Sputnik`ê jî ji zarê rayedarekî agah ê ewlehiyê nivîsî ku firoekyên şêrr ên hevpeymaniyê baregehên DAIŞ`ê li navçeya Hesîbeyê li pişka Qaêmê li rojavaya parêzgeha Enbarê dane ber êrîşê û zêde ji 15 endamên DAIŞ`ê kuştin.

Li ser esasa vê raporê, ev opêrasiyon ku çend demjmêran berî viya pêk hat, bû sedem ku hejmareke tekfîriyan jî birîndar bibin.

Pirraniya kuştiyan li du navçeyên El Taş û Enkorê li başûrê bajarê Remadiyê bûn.