DAIŞ`ê li başûra rojavaya Kerkûkê serê 14 welatîyên iraqî birrî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266688-daiŞ_ê_li_başûra_rojavaya_kerkûkê_serê_14_welatîyên_iraqî_birrî
Efserekî ewlehîyê li Kerkûkê ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê serê 14 welatîyên iraqî li bajarê Hewîcê bi vê hegerê ku neçûn şerê artêşa Iraqê li ber çavê malbatên wan jêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2017 08:30 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê li başûra rojavaya Kerkûkê serê 14 welatîyên iraqî birrî

Efserekî ewlehîyê li Kerkûkê ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê serê 14 welatîyên iraqî li bajarê Hewîcê bi vê hegerê ku neçûn şerê artêşa Iraqê li ber çavê malbatên wan jêkirin.

Hesen Gucke esferê Pêşmerge li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a IRNA`yê tevî ragihnadina vê nûçeyê ragihand: Li devera Ebasî ya bajarê Hewîcê, têrorîstên DAIŞ`ê bi şûrê serê 14 welatîyên iraqî li ber çavên malbatên wan jêkirin û piştî çend xulekan rê dan meytên wan bên definkirinê.

Wî herwiha got: DAIŞ`ê ev kara ji ber wê kir ku 14 kesên hanê xwestibûn jibo ku malên wan li şêrr neyên kavilkirinê, li devera xwe li hemberî artêşa Iraqê şêrr nekin.

Li gorî gotina vî efserê Pêşmerge li Hewlêrê, ew 14 kes wek nunerên 22 eşîrên navçê çûbûn bal serokên DAIŞ`ê li navçê ta ku ji wan re bêjin bêyî şer û gêreyê terka deverê bidin ta ku bajêr tam wêran nebe lê, ew kes bi tawana sîxorîyê demlidest hatin girtinê.

Li gorî vê raporê, her 14 kesên hanê ji hêzên DAIŞ`ê re gotibûn ku sozê didin dema vegera artêşa Iraqê nahêlin ew bên girtin an îdamkirinê.