Li rojhilata Bexdayê maşînek teqîya, 4 kes hatin kuştinê
Di encama teqîna maşîneke bombekirî li rojhilata Bexdaya paytexta Iraqê da 4 kes hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a MEHR NEWS`ê, ev teqîna têrorîstî şeva buhurî li devera Al Meştel li rojhilata Bexdayê qewimî.
Bi dû vê teqîna têrorîstî, hêzên ewlehîyê û ekîbên hawargiheştinê li deverê bicih bûn û bilî tivdîrên ewlehîyê, li warê veguhestina birîndaran alîkarî dan.
Têrorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên giran û bidûhev li hemberî hêzên iraqî nemaze li parêzgeha Nêyewayê, bala xwe dane ser kuştina sivîlan li bjarên curbicur ên Iraqê ji wan Bexdayê.
Koma têrorîst a DAIş`ê di sala 2014`an de bi piştgirîya darayî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên vî welatî yên rojavayî û ereb ji wan Erebistan û Tirkîyê di encama êrişa ser Iraqê de gellek deverên vî welatî li bakûr û rojava dagir kirin û gellek cinayet kirin. Ji wê dem va artêşa Iraqê bi piştevanîya hêzên Heşdi Şeibî û alîkarîyên misteşarî yên Komara Islamî ya Îranê, pirranîya deverên dagirbûyî ji wan şarê Mûsilê ji lepên têrorîstan azad kirine û hema bêje DAIŞ li Iraqê têk çûye.