Giştpirsîya li Herêma Kurdistanê, komployeke sîyonîstî-amerîkî bi armanca perçekirina Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266670-giştpirsîya_li_herêma_kurdistanê_komployeke_sîyonîstî_amerîkî_bi_armanca_perçekirina_iraqê_ye
Parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê, lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana vî welatî komployeke sînoyîstî-amerîkî bi armanca perçekirina Iraqê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2017 06:18 Asia/Tehran
  • Giştpirsîya li Herêma Kurdistanê, komployeke sîyonîstî-amerîkî bi armanca perçekirina Iraqê ye

Parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê, lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana vî welatî komployeke sînoyîstî-amerîkî bi armanca perçekirina Iraqê zanî.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê tevî neyarîyên navxweyî, herêmî û navnetewî, ji kurdên Iraqê xwestîye ku di 25`ê Îlonê da li giştpirsîya serxwebûna vê deverê pişkdarîyê bikin.

Mihemed Sehyûd parlimanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê îro li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Al Ged Press`ê bal kişand ser hilêxistina mijara giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji hêla Mesûd Barzanî serokê neqanûnî yê vê herêmê û li bara her cure komploya jibo perçekirina Iraqê hişyarî da.

Sehyûd bal kişand ser hewldana bêencam a welatên rojavayî nemaze Amerîkayê bi rêka Al Qaide, DAIŞ û Cebhetunusrê jibo cihanîna plana şûm a perçekirina Iraqê û got: Mêhwera wehabî-sîyonîst ku bi dû konfiransa Rîyazê pêk hat, bi dû perçekirina Iraqê ser navê ``qonaxa piştî DAIŞ`ê`` ye.

Muqteda Sedir serokê Tevgera Sedir a Iraqê jî berî vîya bi daxûyanîyekê ji Barzanî xwest ku giştpirsîya li gorî biryara partîyên Herêma Kurdistana Iraqê paşda bixe ta ku renge ev paşdaxistina pêngavek jibo ibtalkirina giştpirsîyê be.

Emar Hekîm serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê û serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê jî vê dawîyê teze kir, serêxwegirtina xewna Barzanî yê bibe sedema perçebûna Iraqê û eva ne daxwaza iraqîyan e.