250 têrorîstên DAIŞ`î li Mûsilê hatin girtinê
Fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku 250 têrorîstên DAIŞ`î piştî azadkirina tam a Mûsilê li vî şarî hatine girtinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê bi daxûyanîyekê herwiha ragihand: Wan kesana xwe li tonêlênê li Mûsilê veşartibûn û di nava wan da hejmarek serkirde û fermandeyên DAIŞ`î jî xûya dikin.
Eva li halekî ye ku hêzên iraqî berî vîya jî hejmarek zêde ya têrorîstên DAIŞ`ê û serkirdên wan dema ji rojavaya Mûsilê direvîn, nas kirin û kirin armanc.
Ji hêla din ve, balafirên cengê yên Iraqê, çeperên DAIŞ`ê li devereke nêzîkî sînorê vî welatî û Sûrîyê dan ber bombeyan.
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku hêza hewayî ya Iraqê piştî wergirtina lêzanînan, 4 navendên ser bi DAIŞ`ê û cebilxanên têrorîstan li Al Qaimê li rojavaya Al Anbarê li rojavaya vî welatî dan ber bombeyan.
Di encama van êrişan da bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê û gellek çek û rextên wan jî ku li nav cebilxanan bûn, jinav çûn.