Destpêbûna opêrasyona berfire ya naskirina têrorîstên DAIŞ`ê li Dîyaleya Iraqê
Tîrmeh 15, 2017 13:48 Asia/Tehran
Hêzên ewlehîyê û hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê opêrasyonên hevpar jibo naskirina têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Dîyalê li rojhilata vî welatî destpê kirin.
Li gorî rapora malpera nûçan a Someriyê, Mezher Ezawî fermandê Opêrasyona Diclê ragihand: Hêzên ewlehîyê û hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê opêrasyonên hevpar jibo naskirina têrorîstên DAIŞ`ê li gundên Tewekul û Besatînê li bakûra devera Miqdadîyê li rojhilata parêzgeha Dîyalê destpê kirin.
Ezawî herwiha got: Ev opêrasyona di çarçova kokbirrkirina têrorîsmê û dabînkirina istiqrar û ewlehîyê li Iraqê da pêk tê.