Bi sedan zarok bûne goriyê pevçûnên li Mûsilê
Serokê operasyona meydanî ya UNICEF`ê(Sindûqa Zaokan a NY) li bajarê Hewlêrê got: Li encama pevçûnên hêzên iraqî û koma tekfîrî ya DAIŞ`ê li nîva ewil a sala 2017`an zêde ji 500 zarok hatine kuştin an birîndar bûne.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Muwelid Werfe serokê operasyona meydanî ya UNICEF`ê li Hewlêra Iraqê bal kişand ser hevkariya vê rêxistinê bi dewleta Iraqê re , jibo peydakirina navçeyên ku zarok li wan hatien girtin û diqewime ji aliyê terorîstan jibo operasyona eskerî werin şuxilandin û destnîşan kir: Zarok bûne goriyê sereke yê şerê Mûsilê û piraniya wan ji ber şêr ji malbatên xwe cida bûne.
Muwelid WErfe, bal kişand ser vegeriyana 4300 zarokan nav malbatên xwe ji aliyê Rêxistina UNICEF`ê û destnîşan kir Ev rêxistian niha li halê şopandina meselê ye û hewl dide zêde ji 1000 zarokan vegerîne malbatên wan.
Serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê serketian li hember koma terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê bifermî raghand.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê ji 10 Hezîrana 2014an , bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê dagir kiribû.