Proja Ebadî ji bo kontrolkirina parêzgeha Neynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i266528-proja_ebadî_ji_bo_kontrolkirina_parêzgeha_neynewayê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî telîmat daye sê taqbûrên (leşkerên) vî welatî ku kontrola rewşa ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê bigirin destê xwe .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2017 08:32 Asia/Tehran
  • Proja Ebadî ji bo kontrolkirina parêzgeha Neynewayê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî telîmat daye sê taqbûrên (leşkerên) vî welatî ku kontrola rewşa ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê bigirin destê xwe .

IRIB Newsê diyar kir ku serokwezîrê û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî duh ragihand ku: Leşkerê 15`an a  Artêş li beşa rojavayê û leşkerê 16`an li beşa rojhilatê a parêzgeha Neynewayê wê bi cih bibin û leşkereke polîsê navendî jî wezîfedariya ewlekariyê bigirê destê xwe.

Ebadî herwiha telîmat daye ku bila hejmara hêzên polîs herêmî li parêzgeha Neynewayê bigihêje 17 hezar kesan û bona dabînkirina ewlehiyê Heşda Eşayirî (hêzên gelanî yên eşîretan) jî werin bikaranîn.

Kanala Al-Alamê jî ragihand ku hêzên artêşa Iraqê gelek ji terorîstên DAIŞ`ê ku li tûnelên beşa kevn a bajarê Mûsilê xwe veşartibûn girtin.