Berteka El Ebadî li hember îdiayên hin saziyan dijî hêzên iraqî
Serokwezîrê Iraqê, îdiayên hejmarek ji rêxistinên navneteweyî yên qaşo berevanê mafên mirovan li bara karê hêzên iraqî li dema operasyona azadkirina bajarê Mûsilê, red kirin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Meyadîn a Libnanê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li civîna heftane ya dewletê li Bexdayê, tawanên hejmarek ji rêxistinên navneteweyî yên berevanê mafên mirovan, li ser hin sextekariyên ji aliyê hêzên iraqî ve li dema operasyona azadkirina bajarê Mûsilê red kirin û got: Hêzên iraqî bona rizgarkirina sivîlan, canê xwe xistine xeterê.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, di mideha sê salan de jibo xelkê Iraqê yên li Mûsilê û parêzgehên din ku ketibûne destê DAIŞ`ê, tu karek nekirin û ev navçe di vê midehê de bûn şahidê kuştin, firotina jin û zarokan û binpêkirina mafên wan.
El Ebadî herwiha got: Hêzên iraqî, berevanên rastîn ên mafên mirovan in û bona vê yekê canê xwe fîda kirin û ji rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan tê xwestin ku eger dikarin rêçareyeka din pêşniyar bikin.
Rêxistina nedewletî ya Çavdêra Mafên Mirovan , hêzên ewlehiyê yên Iraqê, li ser bawera xwe, bi zaxtanîna ser herîkêm 170 malbatên endamên muhtemel ên DAIŞ`ê li navendeka perwerdehiya fikrî, tawanbar kirin.
Rayedarên iraqî, yekemîn kempa perwerdehiya fikrî ya li Berteleya li rojhilata Mûsil, bajarê mezin ê ku artêşa Iraqê, vê hefteyê ev bi tamî ji destê DAIŞ`ê derxist, vekirin.